Li Erzinganê qeza: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
17.08.2024, Cts - 16:40
Li Erzinganê qeza: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li ser rêya parêzgehên Erzingan û Sêwazê îro du otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di qezayê de 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin nexweşxaneyê û rewşa 2 birîndaran giran e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:06