Li Erzinganê qeza: Komîser û dêya xwe mirin

Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de yek jê komîser 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
19.07.2024, Cum - 15:36
Li Erzinganê qeza: Komîser û dêya xwe mirin
AA
Nuçe Belav bike

Li ser rêya Sêwaz-Erzinganê otomobîlekê li kamyoneke parkkirî da.

Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Piştî pişkinîna tîmên tenduristiyê derket holê ku Hakan Y. yê 35 salî û dêya xwe Humeyra Y. ya 53 salî canê xwe ji dest daye.

Herwiha di qezayê de şofêrê otomobîlê û jina bi navê Kumru Y. ya 36 salî jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Zanîngeha Erzinganê.

Hat ragihandin ku rewşa her du birîndaran baş e.

Li gorî zanyariyan, Hakan Y. yê ku canê xwe ji dest daye li Birêveberiya Ewlehiyê ya Agiriyê wekî komîser kar dikir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:03