Li Erziromê ji ber lehiyê zerera madî çêbû
Li navçeya Oltiyê ya parêzgeha Erziroma Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û hinek xanî, axûr, rê û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.
18.07.2024, Per - 06:55
Şeva borî li navçeya Oltî ya Erzeromê ji ber barana zêde ava çemê li herêmê bi ser de çû.
Di encamê de lehî rabû û li gundê Ayvaliyê zerer gihişt hinek xanî, axûr, rê û zeviyên çandiniyê.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û yên AFADê çûne cihê bûyerê û kar û xebat hatin destpêkirin.
Serokê Şaredariya Oltiyê Adem Çelebî jî çû cihê bûyerê û derbarê rewşê de agahî wergirt.
Lehiya şevê din di demekê de ye, roja Çarşemê Saziya Keşnasiyê ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyarî dabû ku li parêzgehên Qers, Erzirom û çend parêzgehên din baraneke dijwar dibare û divê welatî li gorî wê yekê tevbigerin.
Vî nûçeyê tevayî: 783 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:56