Li Farqînê kesek di avê de xeniqî

Li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê keçeke 12 salî di avê de xeniqîn.
14.05.2022, Cts - 13:26
Li Farqînê kesek di avê de xeniqî
Nuçe Belav bike

Li qundê Bacaxê yê girêdayî Farqînê li qada seyrangeha ku wek Bihûşta Veşatî tê zanîn keçeke 12 salî di avê de xeniqin û 2 kes jî ji mirinê xelas bûn.

Li gorî zanyariyan dema ku malbata Gormez ji bo şahiya Serê Gulanê (14 Gulanê) çûye qada seyrangeha Bihûşta Veşartî, keça wan a 12 salî ya bi navê Îlknûr Gormez dişemite û dikeve avê.

Li ser vê yekê ji bo keça ku ketiyê avê rizgar bikin du kes xwe davêjin avê û ji mirinê rizgar dibin.

Hat ragihandin piştî demekê cenazeyê keça 12 salî ji avê hatiye derxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:05