Li Farqînê roja serê gulanê hat pîrozkirin

Li navça Farqîna bi ser Diyarebekirê, her sal di 14 ê gulana fermî de ku bi hesabê Kurmancî dike roja serê gulana Kurdî hat pîrozkirin
14.05.2022, Cts - 14:03
Li Farqînê roja serê gulanê hat pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Li navça Farqîna bi ser Diyarebekirê, her sal di 14 ê gulana fermî de ku bi hesabê Kurmancî dike roja serê gulana Kurdî hat pîrozkirin. Di serê gulanê de herkes ji bajêr dertê derve û li gor derfetên xwe serê gulanê pîroz dike. Herkes ji xwe re xwarin çêdike, li ber def û zirnê an elbane û bilûrê dileyîze û roja bi xwe şahiyan derbas dike.

Li ser bûyîna roja serê gulanê, serokê rêxistina Farqînê Mehmet Çeliker jî li seha pîknîkê geriya û bi xelkê re serî gulanê pîroz kir. Çeliker di axaftina xwe de weha got:

“Me li ser koka vê rojê gelek lêkolînan kir. Pîrozkirina roja serê gulanê diçe dewra Merwaniyan ku navenda wan Farqîn bû. Di dewra avakirina Merwaniyan de, di serê gulanê de kêf û şahî kirine. Feqîr û dewelemend bi hevre xwarina çêkirine, ji goşt bixwun û bidin mêvanan, heywan serjêkirine û savar pahtine. Ji bo wê roja xweş bi hevre derketine derveyê bajêr û kirine roja ehengê.

PeyamaKurd
Vî nûçeyê tevayî: 541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:44