Li Girtîgeha Wanê girtiyekî Kurd jîyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku Şervan Can Guder ê ji navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ve, doh 22'ê Adarê li Girtîgeha Wan'ê ya Tîpa F'yê canê xwe ji dest da.
23.03.2022, Çar - 09:04
Li Girtîgeha Wanê girtiyekî Kurd jîyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li Girtîgeha Wan'ê ya Tîpa F'yê girtiyekî Kurd ê bi navê Şervan Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora bijîşkî ya Dadê, Can Guder bi celteya dil canê xwe ji dest daye lê malbata Guder destnîşan kirine ku ti nexweşiyeke kronîk a Guder nebûye û derbarê bûyerê de daxwaza lêkolînê kirine.

Termê Guder, piştî karên otopsiyê li Geverê bi axê hat spartin. Hat zanîn, 18 sal ceza li Guder hatibû birîn.

Di 20'ê Adarê de li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa Syê girtiyê bi navê Sinan Kaya yê 28 salî jî bi awayekî guman canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:18