Li Gurgumê şer: 4 birîndar

Li navçeya Dulkadiroglu ser bi parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê, di şerê du aliyan de 4 kes bi guleyan birîndar bûn.
31.01.2023, Sal - 07:08
Li Gurgumê şer: 4 birîndar
Nuçe Belav bike

Li Taxa Karaziyaret a Dulkadiroglu, doh bi şev 30ê Çileya 2023ê li kaneke qûmê ji ber sedemeke ne diyar du aliyan şerê hev kirin. Di şer de her du aliyan bi çek êrîşî hev kirin û di encam de 4 kes bi guleyan birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 4 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Gurgumê hatin veguhestin.

Herwiha ji ber guleyan otomobîlekê jî zerar dît û hat ragihandin ku gumanbar ji cihê bûyerê reviyane. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:48