Li hin herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin!

Li hin deverên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 15 roj qedexe hat ragihandin.
29.08.2024, Per - 09:52
Li hin herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin!
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 30ê Tebaxê heta 13ê Îlonê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî

Çiya û deverên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Çiyayê Încebelê, Devera Oymakkayayê û Devera Tenînê.”

Parêzgariyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê re gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan deran diçêrîne.

Artêşa Tirkiyeyê van demên dawiyê “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:47