Li Meletî avahiyek herifî û ciwanek di bin de mir

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê avahiyek ku di erheja 6ê Sibata 2023an de zerer dîtibû herifî û ciwanekî 17 salî dibin de ma û canê xwe ji dest da.
09.05.2023, Sal - 07:36
Li Meletî avahiyek herifî û ciwanek di bin de mir
Nuçe Belav bike

i gor agahiyan, li Kolana Gazî ya Taxa Tacde ya Meletiyê şevê din avahiyek ku di erdheja Mereşa Bakurê kurdistanê ya 6ê Sibata 2023an de zerer dîtibû hilweşiya ye û ciwanekî 17 salî bi navê Muhammed Oz, dibin de maye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û Oz derxistine û birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê. Lê tevî hemû hewldanên pizîşkî Muhammed Oz li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Şevê din derengê şevê Rasatxaneya Kandilliyê ragihand, li navçeya Yeşilyurt ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, roja 8ê Gulanê demjimêr 23:20 deqe bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye.0

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:42