Li Meletî di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Arende ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li menfezeke çîmento xist û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3ê kes jî birîndar bûn.
14.03.2023, Sal - 14:39
Li Meletî di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 14ê Adarê li naçeya Arende ya Meletî otomobîlekê li menfezeya çîmento da û di encam de du kesan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan zarok e. Hderwiha 3 kes jî birîndar bûn û birîna yek ji birîndaran giran e ku zarokekî 6 salî ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, Berevaniya Şaristanî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin

Di bûyerê de Abdulkerim Akyuz (69) û neviya wî Zuleyha Akyuz (1 salî) canê xwe ji dest dan. Herwiha, Sevim Akyuz (25) kurê wê Muhammed Efe Akyuz (6) û Mehmet Halit Akyuz (35) birîndar bûn.

Muhammed Efe Akyuzê ku birînên wî giran in ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletî hat veguhestin.

Tê gotin ku malbata Akyuz ji Stenbolê diçûn parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:16