Li Meletî erdhej

Li navçeya Dirêjanê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû.
04.09.2023, Pts - 05:51
Li Meletî erdhej
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku serê sibehê li navçeya Dirêjanê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbûye.

AFADê kûrahiya erdhejê wek 6,99 kîlometre ragihand.

Heta niha li ser zerarên erdhejê ti zanyarî nehatine dayîn.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ya ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûn sedema mirina 50 hezar û 500 kesî, erdhejên paşekî berdewam in.

Heta niha zêdetirî 10 hezar erdhejên paşekî hatine tomarkirin.

Erdheja paşekî ya herî mezin bi hêza 6,4 pileyan li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê hat tomarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:17