Li Meletî û Çewlîgê erdhej

Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda. Her wiha li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê jî erdhejeke bi pileya 4.3 rûda.
11.08.2023, Cum - 05:53
Li Meletî û Çewlîgê erdhej
Nuçe Belav bike

Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 5.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 20:48 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Îro li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.

Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pile erdhej rûda.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 15:25 xulekan de û 16.81 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Çewlîg'ê erdhej

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê, bi hêza 4.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 04:55 xulekan de û 7.43 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Duh jî li navçeya Yeşîlyurt a ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Her wiha li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:45