Li Meletî û Hatayê sê erdhej çêbûn

Li parêzgehên Meletî ya Bakurê Kurdistanê û Hatay a Tirkiyê sê erdhejên bi hêza 4.7, 4.5 û 4.4 pile çêbûn.
13.03.2023, Pts - 05:43
Li Meletî û Hatayê sê erdhej çêbûn
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), ragihand ku îro Duşemê 13ê Adara 2023an demjimêr 04.34 deqe erdhejek bi hêza 4.7 pile li bajarokê Şîro ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), kûrahiya erdhejê 10.02 kîlometre bin erdê bûye û li parêzgehên derdorê jî hest pê hatiye kirin. AFADê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ti zerarên canî nebûne karê tîman ê pişkinînê li navçeyê berdewam e.

Lê Rasathaneya Kandilli dibêje, hêza erdhejê 4.8 pile û bi kûrahiya 2.4 kîlometre bin erdê bûye. Piştî wê erdhejê, demjimêr 05:13 deqe li heman bajarokê Meletiyê erdhejeke din a bi hêza 4.5 pile û di kûrahiya 8 kîlometreyan de çêbû.

AFADê ragihand ku erdheja sêyem demjimêr 05:23 deqe bi hêza 4.4 pile û di kûrahiya 11.52 kîlometreyan de li bajarokê Hassa ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê çêbûye.

Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbîstana Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Piştî wan erdhejan heta niha nêzîka 15 hezar paşlerze çêbûne.

Li gor amarên fermî, ji ber wan erdhejên Mereşê heta niha nêzîka 48 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi sedhezaran avahî hilweşiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:35