Li Meletiyê agir bi daristanê ket
Li navçeya Çirmikê ya Meletiyayê ya Bakurê Kurdistanê, li deverên çiyayî agir bi daristanê ket û hewlên vemirandina agir berdewam in.
10.08.2023, Per - 03:59
Şevê din li gundê Hoçava yê navçeya Çirmikê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên parastina sivîlan û tîmên Rêveberiya Daristanan a Bajêr çûn cihê bûyerê.
Kar û xebatên vemirandin û kontrolkirina agir berdewam in.
Herwiha tê gotin ku zerar gihiştiye hinek bax û bistanên deverê.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:41:08