Li Meletiyê agir bi kargeheke tekstîlê ket

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kargeheke tekstîlê ket û bû sedema zerar û ziyanên malî.
28.02.2023, Sal - 14:20
Li Meletiyê agir bi kargeheke tekstîlê ket
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 28ê Sibata 2023an, li 2emîn Herêma Pîşesazî ya navçeya Çêrmûgê ya Meletiyê agir bi kargeheke tekstîlê ket.

Hêj sedema şewata li kargehê nehatiye zanîn.

Lê agir bûye sedema ziyanên mezin ên madî.

Li gor agahiyan, piştî demekê agir ji aliyê tîmên Berevaniya Sivîl ve hat vemirandin.

Herwiha ji ber bûyera şewatê, beşekî kargehê ji kar ketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:59:19