Li Meletiyê avahiyek hilweşiya: Kesekî canê xwe ji dest da

Li navçeya Battalgazi ya ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji parêzgehên herêma erdhejên 6ê Sibatê ye avahiyeke 3 qatî ya ku berê zerar dîtibû hilweşiya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.
06.05.2023, Cts - 08:33
Li Meletiyê avahiyek hilweşiya: Kesekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Doh 5ê Gulanê li navçeya Battalgazi ya ser bi parêzgeha Meletî avahiyeke 3 qatî ya ku berê zerareke zêde dîtibû ji xwe ve hilweşiya û li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tendirûstî û agirvemirandinê çûne cihê bûyerê.

Her wiha piştî karê tîmên rizgarkirinê ku nêzîkî 2 demjimêran berdewam kir ji bin kavilan cenazeyê Orhan Cucun ê 28 salî hat derxistin.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Meletî Hulusi Şahin di nav avahiyê de 4 xûrdefiroşan xwestiye hesinên deriyan jê bikin lê dema herifîna avahiyê destpê kiriye 3 kes reviyan e lê kesê din di bin kavilan de maye. Şahin hişyarî da welatiyan ku bi çi sedemê be bila bibe nekevin nav avahiyên zerardîtî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:07