Li Meletiyê bûyera trafîkê: 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, otombîlekê li traktorekê da û di encam de 3 kes birîndar bûn.
15.11.2022, Sal - 07:48
Li Taxa Dogu ya Wêranşarê, doh bi şev 14ê Mijdarê otombîla bi şofêrtiya Mualla Bali li traktora bi şofêrtiya Arif Sonmez da.
Di encama qezayê de her du şofêr û welatiyê bi navê Ozden Sonmez birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:13:51