Li Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn: kesek mir û 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
26.07.2023, Çar - 05:40
Li Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn: kesek mir û 5 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li Taxa Karapinarê ya Arganê ya Meletiyê otomobîla bi plakaya 44 AEK 608 a ku O.K diajot û otomobîla bi plakaya 44 EP 929 a ku O.A diajot li hev qelibîn.

Tîmên tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên îtfaiyeyê kesekî di otomobîlê de asê ma bû rizgar kirin.

Di qezayê de Muhammet Ensar Sakar (9) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û U.S, O.A, M.S, K.S û M. S yên ku birîndar bûne jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:03