Li Meletiyê erdhej çêbû

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 3.7 pileyê Rîxter çêbû.
15.05.2023, Pts - 14:57
Li Meletiyê erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) di daxuyaniyekê de ragihand, îro erdhejekê parêzgeha Meletiyê li Bakurê Kurdistanê hejandiye.

Li gor AFADê, erdhej îro Duşemê di saet 13:58an de û li navçeya Wêranşar a Meletiyê çê bûye.

Hatiye ragihandin, ku hêza erdhejê 3.7 pileyê Rîxter û di kûrahiya 9.58 kîlometriya binê erdê de çêbûye.

Ji ber erdhejê bo dmeke kurt xelkê herêmê tirsiyan û derketin derve.

Li herêmê tu bûyerên neyînî nehatin dîtin û di encama erdhejê de ti zirar çênebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:53