Li Meletiyê erdhej çêbû!

Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5 pileyan erdhejek çêbû.
24.08.2023, Per - 07:19
Li Meletiyê erdhej çêbû!
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:35an çêbûye û hêza wê 5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 578 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:59