Li Meletiyê erdhejeke nû çêbû

Li navçeya Şîro ya ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ve bi hêza 3.6 pileyê rîxter erdhejeke nû çêbû.
26.03.2023, Paz - 16:10
Li Meletiyê erdhejeke nû çêbû
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) îro 26ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, parêzgeha Meletiyê demjimêr 15:28 bi hêza 3.6 pileyê rîxter erdhejeke nû çêbûye.

Li gor AFADê, navenda erdhejê li navçeya Şîro ya Meletiyê û kûrahiya wê jî 7 kîlometre di bin erdê de bûye.

Heman rojê li gundê Koçanis yê ser bi navenda parêzgeha Colemêrgê ve jî demjimêr 01:20 bi hêza 3.3 pile erdhejek çêbûbû û welatiyan avahiyên bilind vala kiribûn.

Duh 25ê Adarê li navçeya Cela (Ekinozu) ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve jî bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbûbû. Herwiha pêr 24ê Adarê li her du navçeyên Goksun û Nurhaq ên Mereşê jî du erdhej bi hêza 4.4 û 4.7 pileyê rîxter çêbûbûn.

Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal ên li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, her ku diçe hejmara erdhejên paşekî zêde dibin û li gor amarên fermî heta niha 20 hezar derbas kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 603 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:35