Li Meletiyê li ser hev 3 erdhej çêbûn!

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di nava xulekekê de du erdhejên bi mezinahiya 4.8, 4.5 û 4.2 pileyan çêbûn.
12.08.2023, Cts - 18:38
Li Meletiyê li ser hev 3 erdhej çêbûn!
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê demjimêr 16.39an erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê vê erdhejê di kûrahiya 6,35 kîlometrayan de rû daye.

AFADê da zanîn ku saet 16.40î jî dîsa Çermiktiyê erdhejeke bi mezinahiya 4,5 pileyan çêbû.

Vê erdhejê ji di kûrahiya 7 kîlometrayan de rû da.

Her wiha di saet 18. 18'an de ji li navçeya Yeşîlyurt'e jî di pileya 4.2'yande erdheja sêyemîn ruda. Hat ragihandin ku 9.13 kîlometre di bin axê de ru daye.

Li ser zerer û ziyanên van erdhejan heta niha ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Du roj berê jî li navçeya Çermiktiyê erdhejeke bi 5,3 pileyan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:13