Li Meletiyê şerê çekdarî: Mirî û birîndar hene
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdisanê di navbera du grûpan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
26.06.2023, Pts - 05:46
Li gor agahiyan 26ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Meletiyê li çayxaneyekê ji ber mijara pereyên bi deyn di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbûye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin lê tevî hemû midexaleyan Isak Koç ê 31 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Li gor zanyariyan 2 kesên gumanbar girêdayî bûyerê hatine desteserkirin lê derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran de ti agahî nehatine belavkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:47:14