Li Meletiyê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li navçeya Çirmikê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî bi kêrê hevjîna xwe kuşt.
25.07.2023, Sal - 15:30
Li Meletiyê zilamekî hevjîna xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li gundê Topsogutê yê Çirmikê, di navbera Mehmet Alperê 23 salî û hevjîna wî Buşra Alper a 22 salî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Mehmet Alper bi kêrê li hevjîna xwe Buşra Alper da û wê birîndar kir. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Buşra Alper ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyeke Çirmikê hat veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Mehmet Alper jî ji aliyê hêzên emnî ve hat desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 683 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:52