Li Mêrdînê bi hinceta ‘alîkariya PKKê’ 5 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi hinceta “alîkariya PKKê” 5 kes hatin desteserkirin.
24.01.2023, Sal - 10:04
Li Mêrdînê bi hinceta ‘alîkariya PKKê’ 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê, bi hinceta ku “alîkariya darayî dane PKKê” bo desteserkirina 7 kesan operasyon da destpêkirin.

Hêzên cendirmeyan îro serê sibehê 24ê Çileya 2023ê bi ser hejmarek mal de girtin û kesên bi navên S.A, A.K, H.K, S.Ç. û N.D. desteser kirin.

5 kesên hatin desteserkirin bo Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê hatin birin. Bo desteserkirina 2 kesên din jî operasyon berdewam e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:33