Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatin kuştin.
19.01.2023, Per - 05:40
Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke taybet ji Nexweşxaneya Nisêbînê Îro 19ê Çileya 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, 4 kesên ji malbateke Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar e.

Du kes ji wan bo nexweşxaneya Nisêbînê hatine veguhastin, yek ji wan jineke temen derdora 70 salî ye û navê wê Wahîde ye, yê din jî kurê wê Ebdullah e û temenê wî jî derdora 45 sal in. Navê yek ji kesên din ên hatiye kuştin Ehmed Celaleddîn Îbrahîm e.

Kesê birîndar ji ber giraniya birînên xwe ji Nexweşxaneya Nisêbînê bo Mêrdînê hatiye şandin.

Wê çavkaniyê got “Hemû kesên di otomobîlê de hatine kuştin gule li serê wan hatine xistin.”

Herwiha got hêzên ewlekariyê li cem wan telefona kesûkarên qurbaniyan kirine û wan gotine ku ew xelkê Duhokê ne. Lê medyaya Tirkiyê dibêje, 3 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:35