Li Mêrdînê hejmarek karker bi çek û kêran li nav hev ketin: Birîndar hene

Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di navbera karkerên çêkirina beşek ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya bajêr de şerê bi çek û kêran çêbû û di encam de 5 karker birîndar bûn.
01.09.2022, Per - 09:18
Li Mêrdînê hejmarek karker bi çek û kêran li nav hev ketin: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, îro Pêncşembê 1ê Îlona 2022an li bajarê Mêrdînê li pêşiya avahiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya bajêr di navbera hejmarek karkeran de ku di çêkirina beşek ji nexweşxaneyê de kar dikin, şer derketiye.

Di şer de tifinga ji corê çifte û herwiha kêr hatine bikaranîn.

Li gor agahiyan, di encama şer de 5 karker birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Heta niha sedama şerê navbera kaerkan nehatiye zanîn. Polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.

Li gor zanyariyan çend kesên gumanbar ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:49:35