Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin

Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, 2 kesên tê de mirin.
06.03.2025, Per - 11:15
Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin
Nuçe Belav bike

Otomobîleke ku navê ajokarê wê û plakaya wê hîn nayê zanîn li ser rêya Mêrdîn û Êlihê ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Îsmail D. û Fatma A. mirine.

Termên wan sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatin kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:12