Li Mereşê careke din erd hejiya
Li navçeya Goksûnê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3.8 pileyan careke din erdhejek çêbû.
10.02.2024, Cts - 07:03
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand li navçeya Goksunê ya Mereşê demjimêr 07:21an bi hêza 3.8 pileyan erdhejek çêbûye.
Afadê da zanîn ku erdhej û 7 kîolmetreyan di bin erdê de çêbûye.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê zêdeyî salekêye li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybet hişyarî didin ku divê ji bo erdhejên pile mezin jî amadekarî hebin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:50:23