Li Mereş û Meletiyê erdhej çêbûn

Şevê din sê erdhejan her du parêzgehên Mereş û Meletî yên Bakurê Kurdistanê hejandin. Li gor agahiyan, erdhej bê zirar bûne.
26.05.2023, Cum - 07:12
Li Mereş û Meletiyê erdhej çêbûn
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye ku êvara Pêncşemê 25ê Gulana 2023an saet di 18:02an de erdhejek li parêzgeha Meletiyê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Şîro ya Meletiyê û bi hêza 4.1 pileyê Rîxter û di kûrahiya 6.96 kîlometriya erdhejê de çêbûye.

Ti aghî têkildarî zirarên wê erdhejê nehatiye ragihandin.

Li aliyekî din AFADê di dauxyaniyeke din de ragihandiye ku derengê şevê du erdhej jî li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê çêbûne.

AFADê ragihandiye, ku demjimêr 22:59 û 23:16 li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê du erdhej çêbûne.

Hatiye ragihandin ku hêza erdheja yekem 4 pileyê Rîxter û di kûrahiya 7.17 kîlometriya erdê de bûye û erdheja duyem bi hêza 3.5 pileyê Rîxter û di kûrahiya 7.02 kîlometriya erdê de çêbûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:35:20