Li Mereş û Meletiyê erdhej çêbûn

Li parêzgehên Mereş û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê erdhej çêbûn.
01.06.2023, Per - 06:35
Li Mereş û Meletiyê erdhej çêbûn
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, li parêzgehên Mereş û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê du erdhej çêbûne.

Li gor AFADê, duh bi şev li navçeya Şîro ya ser bi Meletiyê ve di demjimêr 22.46an de bi hêza 3.5 pileyê Rîxterê erdhejek çêbûye.

AFADê ragihandiye, ku erdhej di kûrahiya 7.42 kîlometriya erdê de qewimiye.

Îro serê sibê di demjimêr 05:50an de erdhejek jî li navçeya Goksun a Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, erdheja li Goksunê bi hêza 3 pileyên Rîxter û di kûrahiya 5 kîlometriya erdê de bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:25