Li Mereş û Osmaniye dîsa hejiyan

Li navçeya Nûrhaqê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, îro 15ê Adarê bi hêza 4 pile erdhejek çêbû. Li parêzgeha Osmaniyê ya Tirkiyê jî bi hêza 3.9 erdhejek çêbû.
15.03.2023, Çar - 07:15
Li Mereş û Osmaniye dîsa hejiyan
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Nûrhaqê ya Mereşê, roja 15ê Adarê demjimêr 08:49 deqe bi hêza 4 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7.72 kîlometre bû.

Herwiha li parêzgeha Osmaniyê jî, demjimêr 06:29 bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbû ku kûrahiya wê 7 kîlometre bû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 17 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû. AFADê roja 13ê Adarê ragihandibû ku ji erdhejên navenda wan Pazarcik û Elbîstan yên 6ê Sibata 2023ê û heta 13ê Adarê 17 hezar erdhej çêbûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:28