Li Mereşê bi hêza 4 pile erdhej pêk hat
Li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4 rûda.
15.04.2023, Cts - 04:53
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 02:01 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:27:04