Li Mereşê bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çêbû

Li navçeya Cela (Ekinozu) ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çêbû.
25.03.2023, Cts - 07:19
Li Mereşê bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çêbû
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Şemiyê 25ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li navçeya Celayê ser bi parêzgeha Mereşê demjimêr 07:39 deqe bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çê bûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erd bûye.

Herwiha Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye ku li navçeya Nurhaqê bi hêza 4.3 pile erdhejeke nû çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.

Di heman demê de doh li navçeyên Goksun û Nurhaqê yên ser bi parêzgeha Mereşê bi hêza 4.4 û 4.7 pile du erdhejên din çêbûbûn.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêdeyî 20 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:10:49