Li Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû

Li navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 6.89 kîlometre bin erdê bûye.
29.04.2023, Cts - 08:10
Li Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li navçeya Goksunê ya Mereşê di demjimêr 04:55an de bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 6.89 kîlometre bin erdê bûye.

Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye ku li navçeya Goksunê ya Mereşê di heman demjimêrê de bi hêza 4.6 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 5 kîlometre bin erdê bûye.

Heta niha derbarê zerarê de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 392 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:12