Li Mereşê bi hêza 5 pile erdhejek çêbû

Li navçeya Onikişubatê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 05:53 bi hêza 5 pile erdhejeke nû çêbû û kurahiya wê jî nêzîkî 7 kîlometre bin erdê bûye.
03.03.2023, Cum - 05:42
Li Mereşê bi hêza 5 pile erdhejek çêbû
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibatê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Înê demjimêr 05:53 deqe bi hêza 5 pile li navçeya Onikisubatê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye.

Resetxaneya Kandilli jî ragihand ku erdhej bi hêza 5.1 pileye û kurahiya wê jî 4 kîlometre bin erdê ye.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, heta niha zêdeyî 45 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûn. Erdhejan bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kirin û nêzîka 6 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:01:51