Li Mereşê di santrala berhemanîna elektrîkê de şewat derket

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di santrala berhemanîna elektrîkê ya Afşîn-Elbistanê de şewat derket.
03.06.2023, Cts - 15:29
Li Mereşê di santrala berhemanîna elektrîkê de şewat derket
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Mereşê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi santrala termîkê ya Afşîn-Elbistanê ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirkuj çûne cihê bûyerê û midexaleya agir berdewam e. 3 helîkopter jî beşdarî karê vemirandinê bûne.

Li gor zanyariyan di erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê de zerar li santralê bûye û 10ê Gulanê de kar û xebatê tamîrkirinê hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:57