Li Mereşê erdhej çêbû

Li navçeya Onikişubatê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, îro erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbû.
23.03.2023, Per - 06:47
Li Mereşê erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya doh 6ê Sibatê bi dehan erdhejên nû çêbûn. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Onikişubatê ya Mereşê erdhejek bi pileya 4.3 çê bû.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirin, 23ê Adarê demjimêr 08:45 li navçeya Onikişubatê ya Mereşê bi pileya 4.3 û di kûrahiya 6.94 kîlometreyan de erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdetir ji 18 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû. Serokê AFADê Yunus Sezer roja 20ê Adarê ragihand, “Di navbera 6ê Sibatê û 19ê Adarê de 7 erdhejên mezin û 18 hezar û 738 erdhejên paşekî çêbûne, ku 44ê wan ji hêza 5 pile mezintir bûn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:37:44