Li Mereşê erdhejek çêbû

Li navçeya Dulkadîrogluyê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbû.
09.09.2023, Cts - 06:56
Li Mereşê erdhejek çêbû
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku erdhejek li parêzgeha Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Dulkadîrogluyê ya Mereşê di demjimêr 03:22an de çêbûye û hêza wê 3.9 pileyê rîxterê bûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 8,79 kîlometre bûye.

Li ser zerarên erdhejê heta niha ti zanyarî nehatine dayîn.

Li gor agahiyên li ser tora civakî hatine belavkirin, xelkê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî bi erdhejê hisiyaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:19