Li Mereşê erdhejek nû çêbû

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke nû çêbû. Li gor AFADê, erdhej bi hêza 4.4 pile çêbûye. Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze berdewam in.
07.03.2023, Sal - 11:09
Li Mereşê erdhejek nû çêbû
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku roja Sêşemê 7ê Adara 2023an demjimêr 12:40 deqe bi hêza 4.2 pile li bajarokê Andirin ser bi parêzgeha Mereşê erdhejek çêbûye. Herwiha kurahiya erdhejê jî 7.52 kîlometre bin erdê ye.

Hevdem Resetxaneya Kandilli jî ragihand ku erdhej bi hêza 4.4 pile û kûrahiya 5 kîlometre bûye. Roja 6ê Sibata 2023an erdhejek bi hêza 7.7 pile li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kir.

Li gor amarên fermî, heta niha 46 hezar û 104 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi milyonan welatî jî derbider bûne û li hinek ji wan bajaran koçê destpê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 579 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:59