Li Mereşê erdhejeke bi pileya 4.2 rû da

Li navçeya Andîrîn a Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.2 li ser pîvera Richterê rû da.
08.06.2023, Per - 06:34
Li Mereşê erdhejeke bi pileya 4.2 rû da
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Andîrîn a Mereşê bi hêza 4.2 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 06.38 de û 6,99 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:52