Li Mereşê erdhejeke din çêbû

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke din a bi hêza 4.5 pileyên rîxterê çêbû.
28.02.2023, Sal - 20:00
Li Mereşê erdhejeke din çêbû
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an a Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku, roja 28ê Sibatê demjimêr 17.39 deqeyan de li parêzgeha Mereşê erdhejeke bi hêza 4.5 pileya rîxterê çêbûye.

AFADê diyar kir ku navenda wê erdhejê li navçeya OnîkîŞubat a Mereşê bûye û li kûrahiya 9.89 kîlometreyan çêbûye.

Li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li bajarê Hatayê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:35:05