Li Mexmûrê çekdarekî DAIŞê hat kuştin

Li nêzîkî Sayloya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Neynewa çekdarekî DAIŞê hat kuştin.
25.08.2022, Per - 06:59
Li Mexmûrê çekdarekî DAIŞê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, li nêzîkî Sayloya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Neynewa çekdarekî DAIŞê hat kuştin.

Yehya Resûl eşkere kir, li ser rasparde û arasteya biryarên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, hêzên rûbirûbûna terorê kemîn li hember çekdarekî DAIŞê danîn û li nêzîkî Sayola Mexmûrê hat kuştin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê li ser nasnameya çekdar û derketina wî ya li wê deverê, ti zanyariyên zêdetir belav nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:29