Li Mêrdînê qeza: 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn
Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî di encamê de 8 kes birîndar bûn.
05.12.2023, Sal - 03:31
Li gorî agahiyan derengiya şeva 4ê Kanûnê 2023an li Gundê Tilqerê yê Qoserê otomobîla ku kesê bi navê A.A.yê 49 salî şofêriya wê dikir ji rê derket û wergeriya.
Di encama qezayê de 3ê jê zarok bi giştî 8 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 931 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:11:36