Li Mûşê ji ber ba û bahozê bo dema rojekê dibistan hatin girtin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber keşûhewaya nerênî roja Înê 31ê Adara 2023an bo dema rojekê dibistan hatin girtin.
31.03.2023, Cum - 07:27
Li Mûşê ji ber ba û bahozê bo dema rojekê dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mûşê barîna berfê berdewam e û Saziya Keşnasî ya Tirkiyê hişyarî daye ku li berambar ba û bahozê û berfa zêde tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li seranserê parêzgehê ji roja Çarşemê 29ê Adarê û heta niha ji ber ba û bahozê hejmarek zêde serbanên mal û kargehan firiyane û zerara madî çêbûye.

Herwiha ji ber sedema rewşa keşûhewaya nerênî roja Pêncşemê 30ê Adarê jî dibistan bo dema rojekê hatibûn girtin.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybet yên li herêma erdhejê hişyariya ba û bahozê daye ku roja Înê 31ê Adarê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:16