Li Nisêbînê şerê 2 malbatan: 6 birîndar

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan bi çekan şerê hev kirin û 6 kes birîndar bûn.
30.12.2022, Cum - 06:44
Li Nisêbînê şerê 2 malbatan: 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan doh 29ê Berfanbara 2022an du malbatên ku di navbera wan de pêştir alozî hebû, li devera pîşesaziyê ya navçeya Nisêbînê rastî hev hatin û di navbera wan de nîqaş dest pê kir.

Piştî demek ji nîqaşê her du aliyan bi çekan şerê hev kirin û 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:08