Li Qersê 5 kes bi gaza sobeyê bi jehrê ketin

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket 5 kes bi jehrê ketin û rewşa yekî ji wan xirab e.
07.12.2023, Per - 08:13
Li Qersê 5 kes bi gaza sobeyê bi jehrê ketin
Nuçe Belav bike

Derengiya şeva borî li taxa Yenî Mahaleyê ya Qersê xizmên malbateke ku di qata yekem avahiyekê de dimînin, dema ji wan agahî wernegirtin çûn ber deriyê malê.

Hat zanîn ku ji hundirê malê bêhnek tê û derî şikandin û ketin hundir. Dema ketin hundir dîtin ku her 5 kesên malê bêhiş ketine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û S.S., K.U., Ş.S., S.G. û D.S. yên ku bi gaza karbonmonoksîtê ya sobeyê bi jehrê ketibûn veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Karakanî û Navenda Lêkolîn û Serîlêdanên Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, rewşa tenduristiyê ya S.S.yê 45 salî nebaş e û ji bo nexweşxaneyeke Erziromê hatiye veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 437 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:12:43