Li Qersê axur hilweşiya jin û mêrek di bin de mirin

Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê axur hilweşiya jin û mêrê ku di binê kavilê de man, canê xwe ji dest dan.
30.05.2023, Sal - 14:37
Li Qersê axur hilweşiya jin û mêrek di bin de mirin
Nuçe Belav bike

Li gundê Hecî Xelîlê yê Qersê axurê malbatekê hilweşiya jin û mêrêk di binê kavilê de man.

Cendirme, ekîbên AFAD û tenduristiyê çûn gund û cinazê Bey Kençî (85) û Yeter Kençî (82) ji binê kavil derxistin.

Ekîban cinaze bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê veguhestin.

Mixtarê gund Hasan Kars got duh baraneke gur barî, ji ber baranê malên bi axê hatine çêkirin zirar dîtin.

Kars herwiha got dema jin û mêrê ku çûne axur êm bidin heywanên xwe axur hilweşiyaye û ew di binê kavilê de mane.

Hat ragihandin ew xwedî 7 zarokan in û zarokên wan li dervayî bajêr dijîn.

Ekîb ji bo heywanên di binê kavilê de telef bûne rizgar bikin dixebitin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:46