Li Qersê barîna berfê dîmenên bedew derxistin holê

Hat diyarkirin ku li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê ji êvara roja Sêşemê barîna berfê destpê kiriye.
26.05.2022, Per - 05:47
Li Qersê barîna berfê dîmenên bedew derxistin holê
Nuçe Belav bike

Pêleke berfê li bajarê Qers a Bakurê Kurdistanê da ber xwe û erd spî kiriye û zivistan li wî bajarî vegerand. Berfê dîmenên bedew dane deşt û çiyayên Qersê lê bandoreke neyînî jî li ajeldar û cotkaran kiriye. Jibilî cotkar û ajeldaran, berfa ku erd spî kiriye, şofêr jî xistine tengasiyê.

Welatî Firat Aktaş got, “Sir û serma ye, her der spî bûye. 24ê Gulanê ye. ”Berfê erd spî kiriye, ajeldar neçar in ajelên xwe vegerînin, ji ber êdî nikarin ajelên xwe biçêrînin. Hevdem vê yekê bandor li cotkaran jî kiriye.

Li Qersê berfê jiyan xistiye metirsiyê | Rûdaw.net

Welatî Metin Neil anî ziman, “Li rewşa cotkaran difikirim ku ev berf badorê li wan dike. Herwiha ajel jî tên vegerandin. Berê rewşeke wiha nehatiye dîtin.”

Berf bi awayê pêlan bi bajarok û gundên Qersê de diçe. Li hin deran ji nû berfê destpê kiriye, tê çaverêkirin piştî rojeke din hemû dever bi tevahî spî bibe.

Welatî Ahmet Demir got, “Ez havînan têm zozanên vê derê û payîzê jî vedigerim Stenbolê, lê xuya ye di çarenivîsa me de dîtina vê berfê hebû. Xwedayê mezin sebrê bide niştecihên vê derê.”

Ji xeynî wê zerara ku gehiştiye beşek ji ajeldar û cotkaran, şofêr jî ku piraniya wan tekelên otomobîlên xwe guhertinê yê havînê lê di rêya ku berfê spî kiriye de, metirsî li ser wan heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 697 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:06