Li Qersê de 4 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Di operasyonekê de ku navenda wê bajarê Qersê bû bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin.
20.10.2023, Cum - 08:06
Li Qersê de 4 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” derbarê 29 kesan biryara girtinê derxist.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya biryara Serdozgeriyê de duh li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê operasyoneke hemwext pêk anîn û bi ser çend navnîşanan de girtin.

Di operasyonan de 4 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” hatin destserkirin.

Polîsan kesên destserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê û karûbarên wan ên îfadeyê didome.

Hat ragihandin ku operasyon ji bo destserkirina 25 kesên din jî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:40:48